Meral Akşener: Emê 200 hezar penaberên Sûrî li welatê wan vegerînin

Akşener: Hebûna penaberên Sûryê li bajarê Mêrsînê bandorê li ser rewşa jiyana welatiyan dike û ew yek ji encama siyaseta şaş ya Erdogan e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijara IYI Partî ji bo serokatiya Tirkiyê Meral Akşener ragihand, heger ew di hilbijartinên serokatiyê de biser bikeve, ewê heya meha Remedana 2019an, 200 hezar penaberên Sûrî li welatê wan vegerîne.

Herwiha Meral Akşener got: Hebûna penaberên Sûryê li bajarê Mêrsînê bandorê li ser rewşa jiyana welatiyan dike û ew yek ji encama siyaseta şaş ya Erdogan e.

Pêr desteya Hilibjartinan ya Tirkiyê deryê berbijariyê ji bo postê serokatiya Tirkiyê girt û biryar e hilbijartinên pêşwext ji bo Perleman û Serokatiya Tirkiyê di roja 24ê Hizêrana dahatî de bên encamdan.

Ji bo serokatiya Tirkiyê heft kesan xwe berbijar kirine, di nav wan de hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî heye, ku niha di zindanê de ye û li dadgeha Stenbolê tê dadgehkirin.

N.O