Serokê Perlemana Iraqê du bijardeyan li pêşya Heşda Şeibî datîne

Cibûrî: Yan divê çekdarên Heşdê tevlî hêzên emnî û serbazî bibin, yan wê gellek ji wan bên xelatkirin û li malên xwe vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya "El-Xed" ya Urdinî, serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî got: "Gellekî zehmet e bi hebûna milîsên çekdar ên derveyî kontrola dewletê, aştiya niştimanî peyda bibe".

Serokê Perlemana Iraqê got jî: "Bi rastî rahiştina çekan ji derveyî çarçoveya dewletê, karekî şaş e û ti rê tine ye ji bilî ku ew kesên rahiştine çekan, tevlî rêzên hêzên emnî bibin û pêbendî biryarên emnî û stiratîjî bin û dezgehên emnî û serbazî bihêz bikin".

Selîm Cibûrî diyar kir, ku di şerê dijî DAIŞê de, Heşda Şeibî bi erk û rola xwe rabû û qurbanî da, lê niha rewş cuda ye, yan divê ew tevlî hêzên emnî û serbazî bibin, yan wê gellek ji wan bên xelatkirin û li malên xwe vegerin.

Di sala 2014an de, bi bihaneya rawestandina êrîşên DAIŞê, bi fetwayekê ji lêvegera bilind a şî'eyên Iraqê, Elî Sîstanî, Heşda Şeibî ji çendîn girûpên cuda hat pêkanîn. Lê beşekî mezin ji wan hêzan, ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin û pêbendî fermanên Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê nabin.

N.O