Karê Kurdistan24ê tê nirxandin

Piştî du sal û nîvan ji destpêkirina weşana bernameyên Kurdistan24ê, ku roja 31.10.2015an de dest bi karê xwe kir, îro 10.5.2018an nirxandinê ji karê dema bûrî re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî du sal û nîvan ji destpêkirina weşana bernameyên Kurdistan24ê, ku roja 31.10.2015an de dest bi karê xwe kir, îro 10.5.2018an nirxandinê ji karê dema bûrî re dike.

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê ji bo wê mebestê, mêvandariya hejmarek ji şarezayên di warê medya û rojnamevanên navxwe û derveyî Kurdistanê dike û di wê komxebatê de jî nirxandina bername û şêwazê karê kenalê dike.

Tewerên komxebatê ev in:

Tewerê nûçe û bernameyên siyasî.

Tewerê bernameyan.

Tewerê huner û teknîk.

Tewerê ziman

Komxebat îro demijêr 10:00 li bajarê Hewlêr dest pê kiriye û ta demjimêr 14:00 berdewam dibe.

Peymnêrê K24ê li cihê birêvebirina komxebatê da zanîn, hejmarek mezin ji medyakar û rojnamevanên Kurd û biyanî û kesayetiyên pispor beşdar in.

Rojnamevanê Kurd Omer Ebdilqadir ku xelata cîhanî di warê medyayê de wergirtiye û yek ji beşdarên komxebatê ye got: “Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan24 xwedî navendekê ye nirxandina karê xwe dike, ta bi çavê rexneyî li karê kenala xwe binire, ji bo di dahatûyê de karê xwe baştir bike.”

Herwiha got: “Di temenê xwe yê kurt de, Kurdista24 kariye di şerê li dijî teror, bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û referandûmê de xwedî peyam be û tîmên wê li gelek cihan amade bûn. Bawer nakim ku li ti cihekî cihanê ew kenal hatibe qedexekirin.”

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê bi girêdana dîpeyta sê berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê ji piştî hilbijartinên parlemantoya Iraqê dest bi karê xwe kir û di duyemîn karê xwe de jî nirxandina karê kenala Kurdistan24ê dike.

Dezgeha Kurdistan24 bo Ragihandin û Lêkolînan roja 31.10.2015an televizyon, malper û sosyal medya dest bi karê xwe kir û di pişt re radyoya Kurdistan24 kete nava kar. Piştî nêzîkî du sal û nîv ji kar, îro êvarê 25.4.2018an Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê jî dest bi kar dike û yekemîn çalakiya wê jî bi panela wan her sê berpirsên bilind ên aliyên siyasî dest pê dibe.

Panel bi awayekî zindî tê veguhastin û li televizyon, malper, radio û sosyal medyayên Kurdistan24ê tê romalkirin.

 

S. B