Israîl: Qasim Silêmanî fermana êrîşa li ser Israîlê daye

Artêşa Sûryê di yekem daxuyaniya xwe de ragihand, ku 3 serbazên Sûrî hatine kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas di kongirekî rojnamevanî de li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku welatê wî êrîşa Îranê li ser Israîlê şermezar dike û ji mafê Israîlê ye berevaniyê li xwe bike.

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê bi navê serokwezîra Birîtanya derbarê heman mijarê ragihand, ku hêzên Îranî bi mûşekan êrîşî artêşa Israîlê kirine û ji mafê Israîlê ye berevaniyê li xwe bike û daxwaz ji Îranê kir careke din êrîşî Israîlê neke.

Peyvdarê bi navê serokwezîra Birîtanya ji hemû aliyan xwest, ku aramiyê biparêzin û daxwaz ji Rûsya jî kir, desthilata xwe li Sûrya bikar bîne daku êrîşin din neyên encamdan.

Derbarê êrîşa Israîlî li ser bingehên Îranî li Sûrya, artêşa Sûryê di yekem daxuyaniya xwe de ragihand, ku 3 serbazên Sûrî hatine kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne, herwiha ziyanên madî li wêstgeheke radarê û embareke çekan û hin ketîbeyên berevaniya ezmanî bûne.

Lê Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku ji encama êrîşa Israîlê, 23 serbaz hatine kuştin ku 5 ji wan serbazên artêşa Sûryê bûn û efserek di nav wan de hebû, herwiha 18 çekdarên din jî alîgirên arêtşa Sûryê bûn.

Ji aliyê xwe ve artêşa Israîlê ragihand, ku şevê din, milîsên Îranê li Sûrya bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşê bingehên serbazî yên Israîlî li nav Colanê kirin û di encamê de, hêzên Israîlî bi tundî bersiva wê êrîşê dan.

Herwiha artêşa Israîl ragihand, ku Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran ya Îranî ve bi wê êrîşa mûşekî li dijî Israîlê rabûye û tekez kir ku Qasim Silêmanî fermana êrîşê daye.   

N.O