Rûsya hewla destpêkirina danûstandinên Cenêvê dide

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Mosko kar ji bo dubare destpêkirina danûstandinên Cenêvê dike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Mosko kar ji bo dubare destpêkirina danûstandinên Cenêvê dike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi hevpostê xwe yê Almanî Heiko Maas re da zanîn wan pirsa lêdana Amerîkî, Brîtanî û Fransî ya li ser Sûriyê  ya bi bihaneya “bikaranîna çekê kîmawî” berî ku Rêxistina Qedexekirina Çekê Kîmawî lêkolînên xwe bike, gotûbêj kirin.

Lavrov amaje bi wê yekê kir jî, wê êrîşê ziyaneke mezin gihand kedên çalakirina proseya siyasî li Sûriyê.

Roja 14.4.2018an, bi tometa bikaranîna çekên kîmawî, Amerîka û Birîtanya û Frensa, hejmarek bingehên serbazî yên rêjîma Sûriyê bordûman kirin û bi bêtirî 100 mûşekan li wan bingehan dan, ku guman heye di wan de çekên kîmawî hatibin berhemanîn.

Tekez kir jî, Rûsya hewl dide danûstandinên Cenêvê dubare dest pê bibe û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2245) û encamên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya li Sochiyê yên tekeziyê li serweriya Sûriyê û yekperçeyîya wî welatî dikin.

Biryara 2254 ya derbarê Sûryê de, di 18/12/2015an de bi tevahiya dengan ji aliyê Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat stendin û tê de hatiye, ku pêwîst e veguhestina siyasî li Sûryê bê encamdan. Lê heya niha rêjîma Sûriyê xwe ji bicîkirina wê biryarê vedidize.

 

S. B