HDP: Pirsgirêka me ya binketina benda hilbijartinê tune ye

Şîrovekarên siyasî jî dibêjin; di hegera binketina HDP’ê ya benda hilbijartinê de dê pirsgirêkên nûnertiya Kurdan a di parlementoyê de rû bide.

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, partiyên siyasî xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomînin. Ji aliyê  partiyên ku di nav tifaqan de cih digirin ve pirsa derbasbûyîna benda hilbijartinê ya ji %10’an tune ye; lê belê Partiya Demokratîk a Gelan HDP, bi vê pirsê re rûbirû dimîne. Rayedarên HDP’ê dibêjin; ji bo ku HDP di bin bendê de bimîne, gelek xebat tên kirin lê ji aliyê HDP’ê ve tu pirsgirêka bendê tuneye. Şîrovekarên siyasî jî dibêjin; di hegera binketina HDP’ê ya benda hilbijartinê de dê pirsgirêkên nûnertiya Kurdan a di parlementoyê de rû bide.

Bi aşkerakirina dîroka hilbijartinên pêşwext re HDP’ê jî wekî partiyên din lez da xebatên hilbijartinan. Rayedarên HDP’ê dibêjin; ji bo ku em wekî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, bi rêjeyeke bilind benda hilbijartinê derbas bikin, em dixebitin û bi partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî re jî hevdîtinan dikin. Serokê HDP’a Diyarbekirê Mehmet Şerif Camci dibêje; tifaqa Cûmhûr û ya Milet dixwazin ku HDP di bin bendê de bimîne da ku hêza siyasî ya Kurdan bê şikestin. Camci amaje dike ku li hember hegera lîstikên hilbijartinê; ew 10 hezar HDP’yiyan ji bo erkdarkirina sandoqan amade dikin.

Serokê HDP’a Diyarbekirê Mehmet Şerif Camci ji K24ê re got: “Em bi baweriyeke xurt dibêjin; em ê benda hilbijartinê bi rêjeyeke zêde derbas bikin. Lê belê di hegera binketina bendê de dê zerara herî mezin li pêşeroja Tirkiyeyê bibe. Jixwe Gelê Kurd li ber xwe daye û têkoşîn daye pêşiya xwe; dê ji bo xwe teqez rêyeke nû bibîne û dê li ser wê rêyê jî xebatên xwe bimeşîne.”

Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de dê milyonek û 585 hezar ciwan cara pêşîn deng bi kar bînin. HDP’yî dibêjin; piraniya van ciwanan dengdêrên HDP’ê ne. Mamosteyê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê û şîrovekarê siyasî Doç.Dr.Vahap Coşkûn dibêje; divê HDP siyaseta xwe ya 3 salên dawîn binirxîne û xeletî û kêmasiyên xwe raxe ber çavan. Li gorî Coşkûn; dê HDP bi rêjeyeke kêm be jî bi ser bendê bikeve lê heger HDP ji bendê derbas nebe dê piraniya kursiyên ku bi dest bixin, ji AK Partiyê re biçin, bi vê yekê re jî dê kêşe rû bidin.

Doç. Dr. Vahap Coşkûn dibêje: “Ev yek 2 pirsgirêkên mezin derdixe holê, yek; dê nûnertî û temsîliyeta Kurdan gelek kêm bibe. Ev yek ji bo rewatiya parlementoyê jî astengiyeke mezin e. Ya duduyan; Ak Partî dê ji dengên xwe zêdetir temsîliyetekê bixe bin kontrola xwe. Wê demê dê hikûmet çawa were kontrolkirin? Ev jî pirsgirêkeke mezin e.

HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji % 13,1, di hilbijartinên piştî 5 mehan ango 1’ê Mijdara 2015’an de jî dengên xwe kêm kirin û ji %10,8’ê deng girt. Şîrovekarên siyasî dibêjin; bi nîşandana endamên parlementeriyê û xebata heta hilbijartinan, dê pirsgirêka HDP’ê û ya derbasbûna bendê aşkeratir bibe. Li Tirkiyeyê ji sala 1983’yan ve benda hilbijartinê wekî ji sedî 10 hatiye destnîşankirin. Partiyên wekî HDP, CHP’ê û partiyên Kurdistanî, benda hilbijartinê wekî astengiyekê li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê dinirxînin û daxwaza rakirin an jî daxistina heta ji % 5’an dikin.