Îran: Ger careke din Israîl êrîşî hêzên me bike emê Tel Evîv li erdê rast bikin

Pêşnimêjê Tehranê gef li Siûdiyê, Îmarat û Behrênê kir û got: Heger ew welatana li gel Amerîka li dijî Îranê rawestin, ewê baceke mezin bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Pêşnimêjê înê li Tehranê Ehmed Xatemî gefên tund li Israîlê kir û got: Heger careke din Israîl êrîşî hêzên me yên li nav wan li Sûryê bike, emê Tel Evîvê li gel axê rast bikin.

Ehmed Xatemî bi tundî rexne li biryara Amerîka ya xwe vekişandinê ji rêkevtina etomî kir û got: Îran moleta heftiyekê daye Yekîtiya Ewropa, daku biryarê li ser qerebûkirina Îranê bide, heger na, wê gelê Îranê rêkevtinê qebûl neke.

Herwiha Pêşnimêjê Tehranê gef li Siûdiyê, Îmarat û Behrênê kir û got: Heger ew welatana li gel Amerîka li dijî Îranê rawestin, ewê baceke mezin bidin.

Piştî ku serokê Amerîka Donald trump biryara vekişînê ji rêketina etomî ya li gel Îranê da, derengê şeva Çarşema derbasbûyî 9ê vê mehê, firokeyên cengî yên Israîlî êrîşî bingehên serbazî yên Îranî li nav axa Sûryê kirin û ziyaneke mezin li wan kirin.

Artêşa Israîlî ragihand, ku êrîşa wan bersivek bû li ser êrîşeke mûşekî ji aliyê Sûryê ve, ku Feyleqa Qudis ya ser bi Supaya Pasdaran ve bi wê rabûye û got: Feyleqa Qudis bi fermana Qasim Silêmanî, bi 20 mûşekên Grad û Fecir êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li Colanê kir.

N.O