Amerîka Bexdayê derbarê egera kiryarên terorîstî Bexda hişyar dike

Balyozxaneya Amerîkî di daxuyaniya xwe de, tenê hişyarî daye Hikûmeta Bexdayê û bi ti awayî behsa Herêma Kurdistanê nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê di daxuyaniyekê de, balkişandiye ser wê yekê, ku eger heye roja Şemiyê 12ê Gulanê û di dema birêveçûna dengdana giştî ji bo hilbijartinên perlemanî, êrîşên terorîstî li ser bingehên dengdanê bên kirin.

Herwiha daxuyaniyê behsa wê yekê kiriye ku zanyarî gihiştine destê berpirsên balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê, didin xuyakirin ku pilanên êrîşên terorîstî li ser bingehên dengdanê, li herdu taxên Um-Elqura û Xezaliye li Bexdayê hene û ji ber vê yekê çûnûhatina welatiyên Amerîkî ji bo herdu navçeyan hatiye qedexekirin.

Balyozxaneya Amerîkî di wê daxuyaniya xwe de, tenê hişyarî daye Hikûmeta Bexdayê û bi ti awayî behsa Herêma Kurdistanê nekiriye.

N.O