Li çend bingehên dengdanê kêşe di amêrên eliktironî de çêbûne

Ji ber têkçûna amêrên eliktironî, li çend bingehên dengdanê yên Herêma Kurdistanê, piroseya dengdanê rawestiya ye

K24 - Navenda Nûçeyan

Demjimêr 8ê sibeha îro, navendên dengdanê li ber dengderan, li seranserî Herêma Kurdistan û Iraqê hatin vekirin, lê li hin bingehan kêşe di amêrên eliktironî de derketin û piroseya dengdanê hat astengkirin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, li xwendingeha Xoşî li taxa Karkiran ya bajarê Hewlêrê, amêrên dengdanê ji kar ketine û piroseya dengdanê rawestiya ye.

Li bajarê Şeqlawa jî, li xwendingeha Basirme ya nû li wêstgehên 1, 4 û 7, amêrên eliktironî rawestiyan e û heya niha ew navendên dengdanê li ber welatiyan nehatine vekirin.

Li Helebçe jî, bi sedema karnekirina amêrên eliktironî, sê bingeh girtî mane, li bajarê Seyid Sadiq jî, ji ber heman sedemê, dengdan li du bingehan destpê nekiriye.

Îro 12ê Gulanê, hilbijartinên giştî ji bo çaremîn gera Perlemana Iraqê piştî xistina rêjîma Seddam di sala 2003yan de, birêve diçe.

N.O