Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im yên biserkevin parêzerên xurt yên mafên xelkê Kurdistan bin

Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re: Hêvîdar im pirose bê kêşe bidawî bê û ew xuşk û birayên biserkevin, bixurtî berevaniyê di ber mafên xelkê Kurdistanê de bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî dengdanê li bingeheke bajarokê Pîrmam ragihand, ku ew bihêvî ye, ew kesên baweriya xelkê bidest bînin, bibin parêzerên bihêz ji mafên xelkê Kurdistanê re.

Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re got: "Hêvîdar im pirose bê kêşe bidawî bê û ew xuşk û birayên biserkevin, bixurtî berevaniyê di ber mafên xelkê Kurdistanê de bikin".

Îro Şemiyê 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraqê destpê kirin û 24.5 milyon welatî li Herêma Kurdistan û Iraqê dikarin beşdarî piroseya dengdanê bibin.

N.O

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî, li yek ji bingehên dengdanê li Pîrmam deng da
Mesrûr Barzanî, li yek ji bingehên dengdanê li Pîrmam deng da