Nimet Dawud serbest hate berdan

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Suriyê û Sekretêrê Partiya Wekheviya Kurd li Suriyê ji alî Asayîşa li Qamişlo ve hate berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Suriyê û Sekretêrê Partiya Wekheviya Kurd li Suriyê ji alî Asayîşa li Qamişlo ve hate berdan.

Li gor peyamnêrê Kurdistan24, piştî derbasbûna bêtir ji mehekê li ser girtina wî, îro Asayişa li bajarê Qamişlo, Sekretêrê Partiya Wekheviya Kurd li Suriyê Nimet Dawud, ku endamê Desteya Serokatiya ENKS ye jî, serbest berda. .

Nimet Dawud, di 13 meha Nîsanê de li bajarê Qamişlo ji alî Asayişê ve, di mala xwe de hatibû girtin.

 

C.B