Hefteya bê Kurd derbarê Bexdayê de biryarê dide

Biryar e di hefteya bê de aliyên siyasî yên Kurdistanî bicivin û Partiya Demokrat a Kurdistanê tekezî li ser yekgirtîbûna Kurd li Bexdayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di hefteya bê de aliyên siyasî yên Kurdistanî bicivin û Partiya Demokrat a Kurdistanê tekezî li ser yekgirtîbûna Kurd li Bexdayê dike.

Hefteya bê civîna aliyên siyasî ji bo çawaniya çûna Bexdayê dest pê dike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) naxwazin bê hevûdu wî karî bikin û her du alî jî hewl didin Kurd bi yekdeng û yekgirtî bin.

Bexda çaverêyî hikûmeta nû ye û Hewlêr jî ji bo pêkanîna wê hikûmetê rola wê sereke dibe, bi taybet ku li gor encaman PDKê piraniya dengên Kurdistanê bidest xistine.

Bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de, bi PDK baş e ku hemû alî bi hev re biçin Bexdayê. PDK hewl dide bê YNKê neçe Bexdayê.

Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Ji bo çi bê YNKê biçin. Ji bo çi bê aliyên din biçin. Partiyên Kurdistanî deng anîne û hemû berevaniyê li Kurdistanê dikin, bi me hemûyan xweş e destûr were cibicîkirin, ji bo çi bi tenê biçin û hinekan li şûna xwe bihêlin. Nerîna ew e em hemû bi hev re biçin û yek proje me jî hebe û berevaniyê li cibicîkirina destûr hevaparî û hevsengiyê bikin.” 

YNKê di hilbijartinan de duyemê Herêma Kurdistanê ye, ew jî dibêjin ku bi wan xweş e bi hemû partiyan biçin Bexdayê û Peyvdarê wê partiyê Seidî Ehmed Pîre dibêje: Di hefteya bê de dest bi guftûgoya bi aliyên din re dibe. Dibêje jî: Ji Kurd re baş e PDK û YNK û hemû aliyên din bi hev re biçin Bexdayê.

Encamên hilbijartinan nexşeya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê guhart, wek çawa navmala Kurd ne hevgirtî ye, bi heman awayî Şîe û Suneyên Iraqê jî wiha ye, ev yek jî pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê dijwar û giran dike. Li gor daxuyaniyên berpirsên PDK û YNKê diyar dibe ku her du bêyî hevûdu naçin Bexdayê.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/89dbb53c-6e8a-4dff-acf2-26d4ee7925cb/051718RPQ.ism/manifest

 

S. B