Serok Barzanî: Bihêvî me Hewlêr û Bexda dûrî damargiriyê qunaxeke nû destpê bikin

Serok Barzanî: Ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanî li derveyî îdareya Herêmê dirust bûye pêwîst e bi dawî bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de bi helkefta bidawîbûna piroseya hilbijartinên Iraqê ragihand "Rewşeke nû hatiye pêş. Bihêvî me Hewlêr û Bexda dûrî damargiriyê, pêdaçûneke nû ji pêwendiyên xwe re bikin û ew hilbijartin bibin destpêka qonaxeke nû ji herdu aliyan re".

Têksta peyama Serok Barzanî ji bo nerîna giştî

Binavê Xudayê Bexşinde û Dilovan

Cemawerên hêja yên Kurdistanê

Piştî ku hilbijartinên Perlemana Iraqê hatin kirin, rewşeke nû hatiye pêş. Bihêvî me Hewlêr û Bexda dûrî damargiriyê, pêdaçûneke nû ji pêwendiyên xwe re bikin û ew hilbijartin bibin destpêka qonaxeke nû ji herdu aliyan re.

Sedema serekî ya hemû pirsgirêkên berî niha û biryara gelê Kurdistanê bi encamdana referandumê, ji ber nepabendiya Hikûmeta Bexda bû bi destûrê û di destpêka destûrê de, bi zelalî hatiye ku "Pêbendiya bi vê destûrê, parastina yekîtiya azadane, ya gel û ax û serweriya Iraqê dike". Ev nîşaneke gellekî zelal e, ku Iraq ji yekîtiyeke azadane pêk hatiye û bi vê yekê referandum û mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî destûrî û siruştî yê gelê Kurdistanê ye.

Pêwîst e piştî sed salî ji ezmûna tijî karesat, ew bawerî li Bexda çêbûbe ku, dijatiya mafên gelê Kurdistan nema bike û ji doza rewa ya gelê Kurdistan fêm bike. niha derfeteke baş e ku aliyên Iraqî bi wî can û helwesta ku destûr li ser hatiye danîn, serederiyê li gel maf û daxwazên gelê Kurdistan bikin. Pêwîst bû Hikûmeta Bexdayê kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistan kiriba neku wî dorpêç bike û sizaya bikom li ser bisepîne. Divê Hikûmeta Iraqê enfalkirin û kîmyabaran û wêrankirina dahatan û meşextkirina xelkê Kurdistanê bike, ku di qunaxên berê de û yên vê dawiyê jî li Kerkûk û Duz Xurmatû û cihên din, li dijî gelê Kurdistan hatin encamdan.

Bi me baş e ku bi diyalogê li gel Bexdayê berdewam bin heya em encamekê bidest bixin. Ti demekê bijardeya me bijardeya şer nebû. Mixabin herdem û di hemû qunaxên derbasbûyî de, Bexda şer hildibijart û me jî berevanî li xwe dikir wekî ku di bûyerên 16 Cotmehê de çêbû, herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikin û pêwendiya me li gel Bexda aştiyane be. Li gel vê yekê jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyî îdareya Herêmê dirust bûye pêwîst e bi dawî bê û dîrokê piştrast kiriye ku .. Belê, em xwe naçemînîn.. û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me, îradeya gelê Kurdistanê di ti demekê neşikaye û naşikê.

Derbarê encama hilbijartinan jî hinek nîgeranî û guman di piroseya hilbijartin û encamên wê de heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîst e Komîsyona Serbixweya Hilbijartina Iraqê hengavên pêwîst bavêje ji bo revandina gumanan û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike.

Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxeke nû di holê de ye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîst e aliyên Kurdistanî berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihin ku eger Kurdistan hemû yekdeng be dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger em berbelav bin wê Kurdistan jî lawaz bibê. Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger em pêkve bin, karên mezin û destkeftên mezin pêk tên û eger jî berbelav bin doza rewa ya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçê. Her ji bo vê yekê jî daxwaz dikim aliyên Kurdistanî vê carê li Bexda pêkve bin û yekrêz bin.

Di dawiyê de sipasiya endam û kadir û alîgir û dostên PDK û hemû zarok û nifşên dilsozên gelê Kurdistanê dikim ku nehiştin heza neyaran û nehezan pêkbê.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir

Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman

Mesûd Barzanî

N.O