Rûsya daxwaza derketina hêzên Îranî ji Sûryê dike

Alexander Lavrentiev: Serokê Rûsya Vladimir Putin daxwaza vekişandina hêzên Îranî û milîsên Hizbullaha Lubnanî û hêzên Tirkî û yên Amerîkî ji Sûryê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanderê serokê Rûsya ji bo Sûryê Alexander Lavrentiev ragihand, ku serokê Rûsya Vladimir Putin daxwaza vekişandina hêzên Îranî û milîsên Hizbullaha Lubnanî ji Sûryê kiriye.

Di daxuyaniyekê de, şanderê serokê Rûsya ragihand, ku mebesta gotina serokê Rûsya Vladimir Putin ya derbarê vekşandina hêzên biyanî ji Sûrya ew e, ku milîsên Îranî û Hizbullaha Lubanên û hêzên Tirkiyê û yên Amerîka ji wî welatî derkevin.

Alexander Lavrentiev got jî: Gotinên Putin peyameke siyasî ye û divê bi awayekî giştî were bicîkirin û divê ew pirose li gel peydakirina aramiyê birêve biçe, ji ber ku niha aliyê serbazî li Sûrya bidawî dibe.

Berî niha Rêjîma Sûrya ji Rûsya xwestibû ku hêzên xwe yên serbazî bişîne Sûrya, daku beşdariyê di şerê wî welatî de bike û alîkariya hêzên rêjîmê bike, lewra jî Rûsya bi berdewamî dide xuyakirin, ku hêzên wê bi daxwazeke fermî ji Hikûmeta Sûryê derbasî wî welatî bûne û ji ber vê yekê hebûna hêzên wê li Sûrya rewa ye, lê ji ber ku hêzên din bêyî daxwaza Hikûmeta Sûryê derbas bûne, Rûsya berdewam dibêje ku hebûna wan hêzan li Sûrya nerewa ye.

N.O