Sedir bi merc razî bûye Ebadî dubare serokwezîriyê bike

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir razî bûye, ku Heyder Ebadî di postê xwe de bimîne, bi mercê ku dev ji Partiya De`iwe berde

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderên Iraqî ragihandin, ku rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir razî bûye, ku Heyder Ebadî di postê xwe de bimîne, bi mercê ku dev ji Partiya De`iwe berde ya ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike û ew wek zilamê bihêz yê Îranê tê naskirin.

Herwiha Sedir mercekî din jî li pêşya Ebadî daniye, ku şerê gendeliyê bike û navên çend berpirsên Iraqî radestî Ebadî kiriye, ku pêwîst e li ser pirsên gendeliyê bên sizadan.

Razîbûna Sedir li ser mana Ebadî di postê serokwezîriyê de, di demekê de ye, ku bizav hene herdu baskên Malikî û Ebadî di nav Partiya De`iwe de, bibin yek daku postê serokwezîriyê ji wê partiyê re bimîne.

N.O