PDK: Ji bo goftûgoyên pêkanîna hikûmet nû şandekê dişînin Bexdayê

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya û biryar da, ji bo gihîştin bi rêkeftin û yekxistina gotara Kurdî li hember pirsên netewî li Bexdayê, dest vi guftûgoyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya û biryar da, ji bo gihîştin bi rêkeftin û yekxistina gotara Kurdî li hember pirsên netewî li Bexdayê, dest bi guftûgoyan dike.

Di daxuyaniya civîna PDKê de ku çapek jê kete destê K24ê tê de hatiye: “Bi aliyên Kurdistanî re dest bi guftûgoyan dikin, hêvîdar in bikarin gotareke hevbeş bikar bînin.”

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe dibêje, îro bi serperiştiya Serok Barzanî Polîtburoya PDKê civiya û pirsa hilbijartinên parlemantoya Iraqê û qonaxa piştî ragihandina fermî ya lîsteyên serkeftî hatin guftûgokirin. PDKê baweriya xelkê Kurdistanê bidest anî û 25 kursî di hilbijartinan de bidest xist. Ev denganîna baweriyeke jî bi kandîdên PDKê ye ku dilsozane bergîriyê li maf û azadiya Kurdistanê dikin.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat jî, hejmarek mezin ji lîsteyên partî û aliyên Iraqî li Herêma Kurdistanê beşdar bûn, lê diyar e ku nekarîn ti kursiyekê bidest bixin, ev jî nîşana wê yekê ku xelkê Kurdistanê baweriya wan bi mafê metewî û çarenivîsî yê Kurdistanê heye.

Polîtburoya PDKê da zanîn, bi alî û partiyên Iraqî re jî dest bi guftûgoyê dikin ji bo çareserkirina hemû girft û pirsgirêkan. Bi hev re karkirin û bi hevbeşî dikarin destkeftên zêdetir ji Kurdistan û hemû Iraqê re bidest bixin, ji bo vê mebestê jî civînê biryar da şandeke bilind bişîne Bexdayê ji bo li ser babeta pêkanîna hikûmeta dahatî guftûgoyan bike.

Di beşek din PDKê amaje bi wê dike, PDK bi li ser çawaniya birêveçûna proseya hilbijartinan rawestiya, bi taybetî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê fişar li nivîsgehên Hewlêr û Dihokê kirin û hin komîser jî bêalî nebûn û wek nûnerên aliyê siyasî riftar dikirin û dijayetiya PDKê dikirin û hewla kêmkirina dengên PDKê jî didan.

Herwiha got, dengê koçberên Êzidî jî hatin enfalkirin, ku ew jî bi nehejmartina biqest hejmarek dengên berçav ên sindoqên kampên koçberên Şingalê li sînorê parêzgeha Dihokê, ku piraniya wan xûşk û birayên Êzidî bûn ku ji enfala DAIŞê rizgar bûbûn. Herwiha hewleke mezin jî dan ku PDK li Neynewayê nebe yekem. Di rastiyê de jî PDK ya yekem e û baş dizanin ku PDKê berevanîkarê sersext ê mafê Kurdên Êzidî bi taybetî û gelê Kurdistanê bi giştî ye.

Li dawiyê Polîtburoya PDKê daxwaz ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê dike ku gûmanan nehêle û pêdaçûneke cidî encam bide û rê li ber valaçûna wê hejmara zêde ya dengan bike. Gotî jî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê di erkê xwe de ne serkeftî bû û nekarî çareseriya sextekariyên ku hatine kirin bikira û şerpezeyî di awayê ragihandina encamên dawî de jî diyar bû.

 

S. B