Hadî Amirî pêkanîna hevpeymaniyeke Şî'eyan red dike

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir di twittekê de belav kiriye, ku pêwîst e Hikûmeta nû ya Iraqê, Navçeya Kesk li Bexdayê hilweşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, piştî civîna wî li gel rêberê Şepêla Sedir, di daxuyaniyekê de red kir, tu hevpeymaniyeke aliyên Şî'î ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne û got: Ev nûçe ji rastiyê dûr in û em li gel beşdariya hemû aliyan in di Hikûmeta nû ya Iraqê de.

Serokê Hevpeymaniya Fetih bal kişand ser gotûbêjên xwe li gel Serok Barzanî  û Iyad Elawî û Hevpeymaniya Nesir û Sairûn û Baskê Hikme, ku di wan gotûbêjan de, nerînên hemû aliyan li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hat wergirtin.

Ji aliyekî din ve, rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir di twittekê de belav kiriye, ku pêwîst e Hikûmeta nû ya Iraqê, Navçeya Kesk li Bexdayê hilweşîne.

Sedir nivîsandiye: Pêwîst e li ser desthilata bicîkar, kar li ser bihêzkirina bingehên wekheviyê û aramiyê ji bo welatiyan bike, ne koşk û dîwarên zêdetir ava bike, ji ber vê yekê na ji bo dîwarên Navçeya Kesk û na ji bo gendeliyê.

Nafçeya Kesk li Bexdayê, baregehên Hikûmetê û Perleman û balyozxaneyên welatan û piraniya saziyên Hikûmetê têde hatine avakirin.

N.O