Mezintirîn Reşestêra Gerdûnê her 2 rojan rokekê dixwe

Gerdûnzanên Usturalî, mezintirîn Reşestêr di Gerdûnê de vedîtin, ku bi lezgîniyeke zêde mezin dibe û dikare di 48 demjimêran de, qebareyekê wek ya Rojê daqurtîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmerak ji gerdûnzanên Usturalî, mezintirîn Reşestêr di Gerdûnê de vedîtin, ku bi lezgîniyeke zêde mezin dibe û dikare di 48 demjimêran de, qebareyekê wek ya Rojê daqurtîne.

Li gorî wan gerdûnzanan, mezintirîn Reşestêra ku berî niha hatiye vedîtin, qebareya wê bi 12 milyar carî ji qebereya Roja me mezintir e, lê ev Reşestêra ku hatiye vedîtin, bi 20 milyar carî ji Roja me mezintir e û roj jî, bi milyonek û 300 hezar carî ji Zemînê mezintir e.

Gerdûnzanê Usturalî Kristian Wolf diyar kir, tevî ku Reşestêr bi wêneyên teleskopy nayên dîtin û li nav gerdûnê veşartî ne, lê gellek enercî ji wan derdikeve bitaybetî jî, tîrêja (di ser şîrkî re) ku dihêle Reşestêr bi teleskopan bên vedîtin.

Ew Reşestêra mezin ya ku hatiye vedîtin, bi gellek Salên Roniyê ji Zemînê dûr e û derbarê wê yekê Kristian Wolf dibêje: Heger ew Reşestêr di navenda Gelestêra me ya (Riya Ka Diz) de ba, wê bi şevê tîrêja wê hiştiba ku hemû stêrkên ezman nema bên dîtin.

Ev vedîtina han, bi giringiyeke mezin ji aliyê cîhanê ve hatiye pêşwazîkirin û derbarê wê yekê jî, rojnameya New York Times belav kiriye, ku pêwîst nake xel ji pêşerojê bitirsin, ji ber ku ew Reşestêr gellekî dûrî Zemînê ye.  

N.O