Rêjîma Sûryê: Agirbesta li başûrê Şamê îro danê nîvro bidawî dibe

Rêjîma Sûryê: Her dema ku agirbest bi dawî bibe, wê hêzên me li wan deveran, dest bi operasyonên xwe yên serbazî li dijî çakdarên DAIŞê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Sana ya fermî belav kiriye, ku duh artêşa Sûryê agirbesteke demkî li başûrê Şamê li deverên El-Hecer El-Eswed û Kampa El-Yermûk ragihandibû, ji bo hejmarek ji zarok, jin û kesên bitemen ji wan deveran derkevin û îro danê nîvro ew agirbest wê bidawî bê.

Li gorî heman ajansê, her dema ku agirbest bi dawî bibe, wê hêzên Hikûmetê li wan deveran, dest bi operasyonên xwe yên serbazî li dijî çakdarên DAIŞê bikin.

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiribû, ku rêjîma Sûryê û girûpa DAIŞê lihev kiribûn, ku hejmarek ji çekdarên wê girûpê ji başûrê Şamê derkevin û ber bi Dêra Zorê û Himsê ve biçin, lê rêjîma Sûryê red kir ku ti rêkevtin li gel DAIŞê kiribe.

Berî niha li devera Qelemûn ya Sûrî li ser sînorên Lubnanê, di Tebaxa sala derbasbûyî de, hêzên rêjîma Sûryê û çekdarên Hizbullaha Lubnanî, li gel çekdarên DAIŞê gihiştin rêkevtinekê û di encamê de, roja 28 Tebaxa 2017an, 308 çekdarên DAIŞê li gel 331 sivîlan û 26 birîndaran ji Qelemûnê derketin û ji bo devera Elbû Kemal hatin veguhestin.

N.O