Şanda PDK û Sedir civiyan

Sekreterê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî û şanda ligel, bi Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir re li Bexdayê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî û şanda ligel, bi Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir re li Bexdayê civiya.

Hevpeymaniya Saîrûn di Hilbijartina Civata Nûnerên Iraqê de, bi bidestxistina 54 kursiyan wekî yekem list di seranserî Iraqê de derçibû. Ji aliyê xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kurdistanê wekî yekem partî, li sernserî Iraqê jî rêza çarem bidest xist.

Hevdîtinên ji bo pêkanîna hukimetek nû li Bexdayê didomin, di navbeyna aliyan de civîn tên lidarxistin. Ligor agahdariyan ji Bexdayê, hewlên Sedir hene ku, hukimetek liser binameyek fereh pêk were. Her îro di twitterekê de Sedir xwe: wekî Şîî, Sunnî, Kiristiyan, Şabî, Kurd, Tirkmen, Şebek û Keldanî, binav kiribû.

Tê çaverêkirin şanda PDK li Bexdayî ligel aliyên navendên siyasî, hevdîtinan lidar bixe.

 

 

 

C.B