Bexda ber bi lihevhatinê ve diçe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya heftane de ragihand ku, ligel Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn gihiştine lihevhatinek a damezrandina hukimetek teknokrat

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya heftane de ragihand ku, ligel Rêberê hevpeymaniya Saîrûn gihiştine lihevhatinek a damezrandina hukimetek teknokrat.

Ebadî destnîşankir: “Ligel Seyyid Muqteda Sedir liser pêkanîna hukimetek teknokrat a ku dûrî partiyetî û mezhebî ye me li hevûdu kir. Daxwaza me ev e ku, hemû aliyên siyasî beşdariyê bikin. Em nikarin hin aliyên aiyasî piştguh bikin, ev rêyek ne rast e, jiber fikrên weha DAIŞ karî ji 3/1 xaka welatê me control bike“.

Ligor Serokwezîrê Iraqê, hukimeta nû dê di demek kin de bê avakirin.

Her îro şandek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Sekreterê Partiyê Fazil Mîranî seredana aliyên siyasî li Bexdayê kiribû û ligel rêberê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir re jî civiyabû.

 

 

C.B