Çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî nêzîkî Gulale kirin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî: Çekdarên DAIŞê pilanan ji bo êrîşkirinê li ser hêzên Iraqî amade dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlekariyê ji parêzgeha Diyale ragihand, ku şevê din hejmarek ji çekdarên DAIŞê bi çekên sivik û yên nîvgiran êrîşî gundê Şêx Bawe û Silêman Wehab li bakurê bajarokê Gulale kirin, ku li başûrê bajarê Kelar dikeve.

Hevdem jêderekî ji polîsê Germyan ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di dema êrîşa şevê din a çekdarên DAIŞê de, li ser gundê Silêman Wehab, şer û pevçûn di navbera akinciyên gund û wan çekdaran de qewimîn û di encamê de, sê kes hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn û termê çekdarekî DAIŞê jî li cî ma.

Ji aliyekî din ve, Rojnameya "El-Qudis El-Erebî" ragihand, ku çekdarên DAIŞê pilanan ji bo êrîşkirinê li ser hêzên Iraqî amade dikin".

Li gorî zanyariyên jêderekî emnî taybet, ku ji wê rojnameyê re eşkere kiriye, çekdarên DAIŞê biniyet in di meha Remedanê de dest bi êrîşên tund û berfireh li dijî hêzên Iraqî bikin û dezgehên emnî yên Iraqî haydarî wê pilana DAIŞê bûne û hêzên emnî û serbazî ji bo bersivdana her êrîşekê di amadebaşiyê de ne".

N.O