Kalkan: Tirkiye dixwaze Şingalê heya Kerkûkê kontrol bike

Kalkan: Di pêşerojê de, wê derbaskirina sînoran serê Tirkiyê bêşîne û pirsgirêkên mezin jê re çêke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a PKKê Duran Kalkan ragihand, ku Tirkiye bi dagîrkirina Efrîn û Lêlîkanê nîşan da ye, ku ew dixwaze ji Şengalê heya Kerkûkê kontrol bike, lê derbaskirina sînoran di demên pêş de, wê bibe sedem ku, sînorên Tirkiyê jî bên derbaskirin.

Duran Kalkan daxuyanî da ajanseke nêzîkî PKKê û balkişand ser operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û got: Heger Tirkiye ji zilhêzên cîhanê û hikûmetên navendî destûrê wernegire, ew nikare bikeve Efrîn û Lêlîkanê.

Kalkan diyar kir, niha xuyanî dibe ku, Tirkiye bi hevkariya rêjîma Esed ketiye Efrînê û piştî ku serokerkanê Tirkiyê serdana Bexdayê kir operasyonên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûn.

Navhatî got jî: Tirkiye dagîrkirina Şengal û Kerkûkê jî dixwaze û çavê Tirkiyê li wê yekê ye, ku bi wê riyê hemû axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagîr bike, ku ji xwe wek axa împaratoriya Osmanî dibîne.

Zelal kir, ku niha Tirkiye li wan deveran, hêzên xwe belav dike, qayimqaman û berpirsan erkdar dike, lê di pêşerojê de, wê derbaskirina sînoran serê Tirkiyê bêşîne û pirsgirêkên mezin jê re çêke. 

N.O