Sedir Amerîka û Îran hişyar dike

Muqteda Sedir: Amerîka welatekî dagîrkir e û bi ti awayekî em rê nadin destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, peyameke nerasterê ji Îran û Amerîka re şand û daxwaz ji wan kir, ku di pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de, destwerdanê nekin.

Derbarê pirsa mirîdekî ji mirîdên Sedir, ku têde behsa daxuyaniyên hin berpirsên Iraqî kiribû, ku dibêjin ew bêyî destwerdana Amerîka û Îranê, nikarin Hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin, Muqteda Sedir got: Îran li ser berjewendiyên xwe li Iraqê ditirse û em bihêvî ne, ew destwerdanê di karûbarên Iraqê de neke û em destwerdana her kes û aliyekî di karûbarên Iraqê de red dikin.

Derbarê Amerîka jî Muqteda Sedir got: Amerîka welatekî dagîrkir e û bi ti awayekî em rê nadin destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike.

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên 12ê Gulanê, Hevpeymaniya Sairûn ya ser bi Muqteda Sedir ve, yekem derket û 54 kursiyên Perlemana Iraqê bidest xist û niha ew Hevpeymanî li gel aliyên din gotûbêjan derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê dike.

N.O