Destê rastê yê serokê Korya Bakur serdana Amerîka dike

Berî niha jî şandeke Amerîkî bi mebesta amadekarîkirinê ji bo civîna herdu serokan, serdana Korya Bakur û Singapurê kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe 30/5/2018 şandeke pile bilind ji Korya Bakur, bi mebesta pêşvebirina amadekariyan ji bo civîna di nav herdu serokên Amerîka û Korya Bakur de, serdana Amerîka bike.

Li gorî nûçeyeke ajansa Yonhap a Korya Başûr, rêvebirê berê yê dezgeha sîxuriya Korya Bakur Kim Yong Chul, serokatiya şandê dike, ku li nav Koriyan bi "Destê rastê'' yê serokê Korya Bakur tê naskirin.

Berî niha jî şandeke Amerîkî bi mebesta amadekarîkirinê ji bo dîdara herdu serokan, serdana Korya Bakur û Singapurê kiribû.

Pêncşema derbasbûyî, di nameyeke fermî de, serokê Amerîka Donald Trump, civîna xwe û serokê Korya Bakur Kim Cong Un, ku biryar e 12ê meha dahatî bê lidarxistin hilweşand, lê piştire Trump hin nermî da xuyakirin û got: "Ji ber bizavên herdu aliyan, ew civîna dîrokî wê nêzîk bê lidarxistin".

N.O