Serok Barzani pêşewazîya heyeta PAKê kir

Serok Barzani roja 29.05.2018an li Serê Bilind pêşewazîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û heyeta PAKê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzani roja 29.05.2018an li Serê Bilind pêşewazîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û heyeta PAKê kir.

Serok Barzani li gel endamê Mekteb Sîyasî ya PDKyê Azad Berwarî, Berpirsê Pêwendiyên Derve Ali Huseyîn, endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Sedat Barzanî, Şêwirmendê Serok Barzanî, Hêmin Hewramî peşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Cîgirên Serokê Gişti Kasım Ergun, Feyyaz Ekmen, Mehmet Gul û Endamê KBN û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya pêk hatibû.

Di vê hevdîtinê de, Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Ozçelik, di derbarê xebat û sîyaset  û bîr û rayên PAKê de agahdarîyên berfireh da. Herweha di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên li gel HDP û HUDAPARê de agahdarî da,  bîr û rayên xwe anî ziman. Mustafa Ozçelik, di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê, Tirkîyê de jî bîr û rayên xwe anî ziman.

Serok Barzani jî, di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê,  Iraqê û encamên Hilbijartinên 12ê Gulanê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.

Hevdîtina Serok Barzani û heyeta PAKê di atmosfereke germ de û berhemdar derbas bû.

 

 

C.B