Amerîka bi heman awayê xistina rêjîma Sedam ya Îran jî dixîne

Govareke Amerîkî: Berpirsên Amerîkî wê bi 3 gavan artêşa Amerîka qayil bikin daku rêjîma Îran bîne xwarê, yekem gav jî çêkirina çekên komkujiyê ye ji aliyê Îranê ve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Govara The National Interest ya Amerîkî eşkere kiriye, ku tîma "Laçînan" ya îdara serokê Amerîka Donald Trump ber bi pêxistina cengê ve diçin li dijî Îranê û ewê heman awayê serokê berê yê Amerîka George W Bush bikar bînin, ku di sala 2003an de li dijî rêjîma Iraqê bikar anîbû.

Govara navhatî di raporekê de diyar kir, ku ew berpirsên Amerîkî wê bi 3 gavan artêşa Amerîka qayil bikin daku rêjîma Îran bîne xwarê, yekem gav jî çêkirina çekên komkujiyê ye ji aliyê Îranê ve.

Li gorî rojnameyê, tîma Trump xwe ji wê pilanê re amade kiriye û heger dijatiyeke navdewletî ji wê pilanê re çêbibe, wê Amerîka bêje: Em berevaniyê di ber cîhana azad de dikin.

Herwiha wê ji wan welatan re bêje, ku Amerîka piştevaniya opozisyona Îranê dike ji bo sîstemek û Hikûmeteke demokrat li Îran pêk bînin, wek çawa li Iraqê hat kirin piştî ku rêjîma Sedam hat xistin.

Govarê diyar kir, ku, vekişana Trump ji rêketina etomî li gel Îranê, beşek din ji wê pilanê ye.

Heman govarê nivîsiye: Gava diwem di wê pilanê de ew e, ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo destpê kiriye û dibêje: Amerîka berevaniya li gelên Îranê dike û xwepêşandanên Îraniyan bi (dengê şoreşê ji bo azadiyê) binav kir, wate ew nek tenê ji bo çaksaziyê derketine xwepêşandanan û ji ber wê yekê "Pêwîst e amadekarên wê pilanê daxwazê ji Serok Trump bikin ku cengê ji bo azadiya Îraniyan pêxîne".

Li gorî rapora wê govarê, gava sêyem wek sînaryoyê xistina rêjîma Sedam Hisên e, dema Koşka Sipî û piştevanên siyaseta wê destpê kirin û bal kişandin ser cengê li dijî Iraq û gotin ku, xistina rêjîma Sedam wê bi kêmtirîn bac û xercî bê kirin".

N.O