YPG: Em ji Minbicê dernakevin

Peyvdarê Encûmena Serbazî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Kurdistan24ê re tekez kir, ku hêzên wan ji Minbicê dernakevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Encûmena Serbazî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Kurdistan24ê re tekez kir, ku hêzên wan ji Minbicê dernakevin.

Şervan Derwîş taybet ji K24ê re eşkere kir, ku şevê din şandeke wezareta derve ya Amerîka li Minbicê bû û li gel Encûmena Serbazî ya Minbicê civiya û ji wan re tekez kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî wê li ser piştevaniya hêzên wan berdewam be.

Derwîş got jî: Ew li gel Hevpeymaniya Navdewletî derbarê civînên wan bi Tirkiyê re, di pêwendiyê de ne û ti rastiya vekişana hêzên wan ji Minbicê tine ye û hîn jî herdu aliyên Tirkî û Amerîkî derbarê pêşeroja bajarê Minbicê ti rêketin nekirine.

N.O