Ji bo derketina hêzên Îranî, rêkeftin hat pêkanîn

Nûnerê Rûsyayê di Netewên Yekgirtî de Vasilij Nebenzia ragihand, aliyên pêwendîdar bi pirsa derketina hêzên Îranî ji başûrê Sûriyê gihane rêkeftinekê ji bo derketina wan hêzan

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo derketina hêzên Îranî ji başûrê rojavayê Sûriyê, rêkeftin hat pêkanîn.

Nûnerê Rûsyayê di Netewên Yekgirtî de Vasilij Nebenzia  ragihand, aliyên pêwendîdar bi pirsa derketina hêzên Îranî ji başûrê Sûriyê gihane rêkeftinekê ji bo derketina wan hêzan.

Duhî Wezîrê derve yê Israîlê serdana Rûsyayê kir û digel hevpostê xwe yê Rûsî civiya û başûrê Sûriyê di wê civînê de, mijara wan a sereke bû.

Beriya niha hatibû belavkirin ku, dê rêkeftinek bi serperiştiya Amerîka, Rûsya û bi hevrêziya Israîl û Ûrdin, derbarê derxistina hêzên Îranî ji başûrê Sûriyê were kirin.

 

 

C.B