Li Efrînê ji bo rojnamevanekî Kurd xwepêşandanek hat kirin

Ebû El-Mecd Komele: Berî ku rojnamevan Ehmed Bîlal bê revandin, ji aliyê Firqeya El-Hemeza ve gef li wî dihat kirin û eger heye ku wê girûpê ew revandibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xelkên bajarê Efrînê xwepêşandanek ji bo diyarkirina çarenivîsa rojnemevanekî Kurd saz kirin û daxwaza mangirtinê hat kirin.

Li gorî medya opozisyona Sûryê, duh bi dehan welatiyên bajarê Efrînê li Meydana Azadiyê ya wî bajarî derketin xwepêşandanê ji bo çarenivîsa rojnemevanê Kurd Ehmed Bîlal bê eşkerekirin, ku ji berî mehekê ve hatiye revandin û heya niha ti zanyarî li ser wî bidest neketiye.

Hat ragihandin, ku xwepêşanderan daxwaz ji Artêşa Tirkiyê û Polîsên Serbazî yên Artêşa Azad kirin, ku lêkolînên xwe destpê bikin ji bo dîtina wî rojnamevanê Kurd. Herwiha daxwaza mangirtina giştî û girtina rê û dikanan ji bo îro Yekşemê hatiye kirin.

Serokê nivîsgeha ragihandinê li Efrînê Ebû El-Mecd Komele got: Berî ku rojnamevan Ehmed Bîlal bê revandin, ji aliyê Firqeya El-Hemeza ve gef li wî dihat kirin û eger heye ku wê girûpê ew revandibe.

N.O