HNKS: Şanda opozîsyonê diyaloga Sûrî – Sûrî dixwaze

Şanda opozîsyona niştimanî (opozîsyona hundir) li Qamişlo ligel partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) civiya.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda opozîsyona niştimanî (opozîsyona hundir) li Qamişlo ligel partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) civiya.

Di çarçoveya hevdîtinên şanda opozosyona niştimanî ya Sûriyê ku seredana Rojavayê Kurdistanê kiriye, piştî hevdîtinekê bi Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê re, şanda navbûrî îro bi partiyên HNKSê re hevdîtinek pêk anî.

Serkirdê di HNKSê de Emced Osman derbarê wê civînê de ji K24ê re got: “Hin nerînên wê şandê hene û dixwazin wan nerînan bi Kurdan re parve bikin. Tiştê ku ta niha tê xuyakirin ku ev şandê girîngiyê dide li ser xaleke sereke, ew jî diyaloga Sûrî – Sûrî ye, diyaloga di navebera aliyên hundirê Sûriyê de ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.”