Îran: Ne ji mafê Rûsya ye daxwaza derketina hêzên me ji Sûryê bike

Îran: Piştî tevahiya serkeftinên me yên serbazî li Sûrya, Rûsya daxwaza derketina hêzên me ji wî welatî dike, lê em bi hesanî dev ji Sûryê bernadin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Hisên Şêx El-Islam ragihand, ku ne ji mafê Rûsya ye, daxwazê ji hêzên Îranî bike ku ji Sûryê derkevin.

Hisên Şêx El-Islam ji malpera Name News ya Îranî re diyar kir, ku tenê ji mafê Sûryê ye biryarê li ser hebûna hêzên Îranî li welatê xwe bide û ev yek ne ji mafê Mosko ye û divê Rûsya destwerdanê di karûbarên navxwe yên Sûrya de neke.

Şêx El-Islam got jî: Rûsya ji bo berjewendiyên xwe û ewlehiya xwe alîkarya Artêşa Sûryê kir, ji ber ku gellek ji wan terorîstên li Sûrya şer dikirin, welatiyên Rûsya bûn.

Navhatî zelal kir, ku wan gellek qurbanî li Sûryê daye û berî destpêkirina kirîza Sûryê wan roleke abûrî mezin li Sûryê dilîst û ew rol wê berdewam be.

Cîgirê wezîrê derve tekez jî kir, ku ew ji daxwazên Rûsya matmayî ne, bitaybet piştî tevahiya serkeftinên serbazî yên Îranê li Sûrya, ew daxwaza derketina hêzên Îranî ji wî welatî dike, lê Şêx El-Islam got: Îran bi hesanî dev ji Sûryê bernade.

N.O