Pêşverû: Heger çareseriyeke cidî li Şamê hebe, divê em amade bin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman derbarê hatina şanda opozîsyona hundir bo Qamişlo û hevdîtina ligel partiyên siyasî yên Kurd ji K24ê re ragihand, tevî ku pêwendiya wan bi gelê Sûriyê û Şamê re dereneg maye, lê ew hatina wê şandê bo Qamişlo bi awayekî erênî tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser peyama wê şandê, Ehmed Silêman got, peyama wê şandê di çarçova dîtina çareseriyek ji Sûriyê re bû. Herwiha derbarê pirsa Kurdî jî wê şandê diyar kir ku divê mafê Kurdan di destûrê de bê çareserkirin. Herwiha çawa karibin bi hev re kongreyeke niştimanî ya Sûrî li hundirê Sûriyê de lidar bixin û welat ji rewşa xirab rizgar bikin.

Derbarê girîngî û peyama wê şandê jî, Ehmed Silêman got, ew nikarin bi tenê barê krîza Sûriyê hilgire, opozîsyona li derve û bi piştgîriya navdewletî jê re jî nikare bi tenê ti pirsgirêkê çareser bike. Lê hatina wê şandê li cem tevgera Kurdî, gaveke erênî ye.

Ehmed Silêman amaje bi rewşa tevgera Kurdî li Sûriyê kir û got, giraniya tevgera Kurdî li Sûriyê di 4 salên dawî de nemaye û peyama tevgera Kurdî di vê demê de ne zelal e.

Herwiha got: “Berjewendiya Kurd li kû derê be divê ew lê bin, heger çareseriyeke cidî ji pirsa Kurdî û rewşa Sûriyê bi tevahî li cem hikûmetê hebe, divê em wek Kurd jî divê jê re amade bin û beşdar bibin.”