Saîrûna Sedir: Bo pêkanîna hikûmetê bi PDKê re di guftûgoyê de ne

Serkirdeyekî Hevpeymaniya Saîrûn a Muqteda Sedir ragihand, ji bo pêkanîna hevpeymaniyê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re guftûgo berdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Hevpeymaniya Saîrûn a Muqteda Sedir ragihand, ji bo pêkanîna hevpeymaniyê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re guftûgo berdewam in.

Serkirdeyê di Hevpeymaniya Sedir Raîd Fehmî ragihand, li ser hebûna bernameyeke hikûmî ya giştgîr ji hikûmeta dahatî ya Iraqî re, bi her yek Tevgera Hîkme ya Emar Hekîm, Hevpeymaniya Nesir a Heyder Ebadî û piraniya pêkhateyên di nava Hevpeymaniya Weteniye gihîştine hevtêgihîştinekê.

Got jî, ew têgihîştin bi awayekî bilez bi aliyên din re jî tê kirin.

Derbarê pêkanîna hevpeymaniyekê bi Kurd re, wî serkirdeyê Saîrûn da zanîn, bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re di pêwendiyên berdewam de ne, lê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re bi wê awayî nîn e.

Li gor encamên fermî yên hilbijartinên 12ê Gulana ku ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan ve hat ragihandin, lîsta Saîrûn yekemê Iraqê, Fetih a Hadî Amirî duyem, Nesir a Ebadî sêyem, Dewleta Yasa ya Malîkî çarem û PDKê pênçema Iraqê ye.

 

S. B