HDP: Yên di gera 1em de piştgiriya me bikin, di ya 2em de em dê ya wan bikin

Peyvdarê HDP anî ziman ku: “Hevkariya di babeta benda ji sedî 10de çend ji me re binirx û hêja be, piştgiriya ku em dê di gera 2em de bikin jî, weha binirx e”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen da diyarkirin ku: “Ew aliyên di gera 1em a hilbijartinan de piştgiriya wan bikin, dê di gera 2em de HDP bersîva wan bide û dengên xwe bide wan”.

Bilgen di navenda HDP de konferansek rojnamevanî lidar xist. Ev axaftinên Bilgen wekî daxwaza piştgiriyê ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) hate nirxandin û liser pirsa: “Gelo di navbeyna HDP û CHP de rêkeftinek ku, HDP dê piştgiriya Muharrem Ince di gera 2em de bike, heye yan na?” BIlgen weha bersîv da: “Rêkeftinek nivîskî nîn e, lê rêkeftin û lihevkirinek civatî heye. Civat ji hemû partiyan hêviya bicîhanîna erkên wan dike.

Peyvdarê HDP anî ziman ku: “Hevkariya di babeta benda ji sedî 10de çend ji me re binirx û hêja be, piştgiriya ku em dê di gera 2em de bikin jî, weha binirx e”.

 

 

C.B