YNK bersîva Çavuşoglu da

Berdevkê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sadî Ehmed Pîre, bersîva daxûyaniya Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu da...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sadî Ehmed Pîre, bersîva daxûyaniya Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu da, ku gotibû: “Pêwendiya beşek ji YNK ligel PKK heye û di bin bandora PKK de ye”.

Pîre diyarkir ku: Gotinên Wezîrê derve yê Tirkiye, ji bo me cîhê matmayinê bûn, ku  Çavuşoglu Yekîtî bi piştgiriya PKK tometbar kir. Bersîva min  ew e: Di danûstandinên Bekaa ya sala 1993ande  li Libnanê, ragirtina şerê yekalî di navbeyna PKK û Tirkiye de, bi navbeynkariya Mam Celal  pêk hat. Heta roja îro jî, siyaseta Yekîtî liser pirsa PKK û Tirkiye nehatiye guherîn.

YNK hewl û xebatê dike – ji bo çareserkirina pirsgîrêkan bi rêyên aştiyane û naxwaze yek dilop xwîn di bin her navek û armancê de be, ne ya Kurd, ne jî ya Tirk were rijandin.

Jiber vê yekê em dixwazin Tirkiye pêdaçûnê bi helwêstên bike. Ew guherîn jî, dê zêdetir binemayên aştiyê xûrt bike û biparêze.

 

 

 

C.B