Teqînek bihêz li ser rêbendeke HSD li Reqayê çêbû

Li ser xaleke pişkinînê li filka Panorama li bajarê Reqayê, kesekî xwe bi riya motorekî teqand û di encamê de, hejmarek ji endamên HSD bi giranî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya nêzîkî Hêzên Sûrya Demokrat ragihand, ku li ser xaleke pişkinînê li filka Panorama li bajarê Reqayê, kesekî xwe bi riya motorekî teqand û di encamê de, hejmarek ji endamên HSD li ser wê xala pişkinînê bi giranî birîndar bûn.

Ev demeke alozî li bajarê Reqayê di navbera HSDê û komeke binavê (Siwwar El-Reqa) de hene û ji bo çend rojan HSD qedexeya çûnûhatinê li nav Reqa raghandibû.

Li gorî hin malperên ser bi opozisyona Sûryê ve, Duşemê bi şevê, endamên HSD li tevahiya rêbendên xwe li bajarê Reqa, bi awayekî bêser û ber teqe kirin.

Wan jêderan diyar kirin, ku kes di encama wê teqekirinê de birîndar nebû, lê bi gotin wan, dibe ku endamên HSDê xwestibin tirsê têxin dilê xelkê Reqa, ji ber ku berî niha çalakvanên wî bajarî xwepêşandan li dijî HSDê saz kiribûn.

N.O