Sedir: Em opozisyon bin baştir e em bi Malikî re kar bikin

Muqteda Sedir: Em qebûl nakin bibin beşek ji Hikûmetekê, ku ji aliyê Îranê ve were pêkanîn û Em bibin opozisyon baştir e ku em li gel Malikî hevpeymaniyê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir ragihand, ku ew qebûl nake bibe beşek ji Hikûmetekê, ku ji aliyê Îranê ve were pêkanîn û got: Em bibin opozisyon baştir e ku em li gel Malikî hevpeymaniyê bikin.

Jêderekî nêzîkî rêberê Şepêla Sedir û serokê Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir ji rojnameya El-Erebî El-Cedîd ya Qeterî re tekez kir, ku Muqteda Sedir ti carî hevpeymaniyê li gel Nûrî Malikî nake.

Wî jêderî ji ser zimanê Sedir ji rojnameya Qeterî re got: Ew bibin opozisyon baştir e ku hevpeymaniyê li gel Malikî bikin.

Heman jêderî diyar kir, ku Sedir gotiye: Ti carî ez li gel pêkanîna Hikûmetekê nabim, ku ne Iraqê be û ji aliyê Îranê ve were damezirandin.

Herwiha wî berpirsî diyar kir, ku Hevpeymaniya Sairûn, li gel Ebadî, Iyad Elawî û beşek ji hêzên Sunne lihev kiriye, lê ji ber ku heya niha Kurdan xwe yekalî nekirine, Hevpeymaniya Sairûn nekariye mezintirîn hevpeymanî di Perlemana Iraqê de rabigehîne daku Hikûmeta nû pêk bîne.

N.O