Serok Barzanî: Spasî û pêzanîna min ji kesên ku ji referandûmê venekişiyan re heye

Di yekem salvegera biryardayîna birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî li tûra pêwendiyên civakî “Twitter” peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di yekem salvegera biryardayîna birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî li tûra pêwendiyên civakî “Twitter” peyamek belav kir.

Serok Barzanî di wê derbarê de nivîsiye: “Îro rojeke dîrokî ye. Spasî pêzanîna min ji kesên ku bi paş ve venekişiyan û xwe neçemandine re heye.”

Sala bihurî Serok Barzanî serperiştiya civîneke berfereh a aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û di wê civînê de biryar hat dayîn ku roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe.