Di pêvajoya hilbijartinê de 48 êriş hatine kirin

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê da xuyakirin, di pêvajoya hilbijartinê de 48 êriş li aliyên siyasî hatine kirin ku 30 car êriş li avahî û endamên HDPê hatine kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê da xuyakirin, di pêvajoya hilbijartinê de 48 êriş li aliyên siyasî hatine kirin ku 30 car êriş li avahî û endamên HDPê hatine kirin.

Komeleya Mafên Mirovan tevî Komeleya Çavdêrî Bo Mafên Wekhevî bo çavdêriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê "Platforma Serbixwe ya Hilbijartinan" damezrand. Komeleya Mafên Mirovan da xuyakirin, di pêvajoya hilbijartinê de 100'ê zêdetir endam û rêveberên HDPê hatine binçavkirin.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan da xuyakirin, heta niha hember aliyên siyasî 48 êriş hatine kirin ku gelek kes birîndar bûne û hewla şewitandina avahiyan hatiye kirin.

Da zanîn di van êrişan de para herî mezin ya HDPê ye ku ji 48 êrişan, 30 êriş li HDPê hatine kirin û endam û xebatkarên partiyê bi gefan re rûbirû ne.

 

 

C.B