Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm kir.

Herweha behsa biryara girtina Dr. Necmedîn Kerîm hate kirin û derket holê ku, ew dadwerê ku biryara girtina Serokê Civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî dabû heman dadwer bû , û ev yek dirêjahiya xiyaneta 16ê Oktoberê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm kir.

Di dîdara her dû aliyan de behsa rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, û pirsgirêkên siyasî piştî hilbijartinên civata nûnerên Îraqê, dawî pêşhat û helwêsta aliyên siyasî derbarê pêşeroja Îraqê hate behskirin.

Herweha behsa biryara girtina Dr. Necmedîn Kerîm hate kirin û derket holê ku, ew dadwerê ku biryara girtina Serokê Civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî dabû heman dadwer bû , û ev yek dirêjahiya xiyaneta 16ê Oktoberê ye.

 

 

C.B