Çekdarên opozisyonê hejmarek ji çalakvanên Efrînê desteser kirin

Jêderên haydar diyar kirin, ku piraniya kesên hatine girtin ji Malbata Şêxo ne û di nav girityan de jin jî hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderên haydar ji bajarokê Şiyê yê ser bi Efrînê ve, ji Kurdistan24ê re ragihandin, ku şevê din girûpeke çekdar ji êla Emşat ya ereb, hejmarek ji welatiyan û çalakvanan li wî bajarokî desteser kirin.

Wan jêderan diyar kirin, ku piraniya kesên hatine girtin ji Malbata Şêxo ne û di nav girityan de jin jî hene.

Herwiha tekez kirin, ku çekdaran serokê Encûmena Sivîl a Şiyê Ehmed Hesen û cîgirê wî û hejmarek ji endamên wê encûmenê jî desteser kirine, lê piştî nîvê şevê ew serbest berdan.

Li gorî zanyariyan, sedema girtina çekdaran li ser bajarokê Şiyê û desteserkirina wan welatiyan ew bû, ku malbata Şêxo û xelkê wê deverê, rê li ber wan çekdaran digirtin û nedihiştin ku dizî û talana welatiyan bikin, lê çekdaran ji xelkê re gotine: Em van kesan digirin ji ber ku li cem Artêşa Tirkiyê giliyê serkirdeyekî me kirine û ew serkirde ji ber wî giliyê wan ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatiye girtin.

Serkirdeyê wan çekdarên yê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatiye girtin jî, bi navê Ebû Meryem e, piştî ku bi gellek kiryarên dizî û talana mal û milkên xelkê wê deverê rabû, ew ji aliyê Tirkiyê ve hat girtin.

N.O