Recayî: Guman di derdora mirina Rafsancanî de hene

Xûlamelî Recayî - Şêwirmendê Serokomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî di malpera nûçeyî ya Ensafnews de ragihand ku, Refsencanî ne bi mirinek sirûştî wefat kir

K24- Navenda Nûçeyan

Xûlamelî Recayî - Şêwirmendê Serokomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî di malpera nûçeyî ya Ensafnews de ragihand ku, Refsencanî ne bi mirinek sirûştî wefat kir.

Recayî diyarkir: “Ez ne sîxûr, polis an asayiş im, lê dizanim di vê mirinê de guman heye. Ne rawestan dil, ne jî mirinek sirûştî bû”.

Recayî herweh destnîşankir: “Rojek dê were, rastiya mirina Refsencanî dê eşkere bibe. Hîn 10 roj berî mirina xwe Refsencanî ji jina xwe Iffet Meraşî re diyarkiriye: Hin kes dixwazim min bikujin! Navên wan jî da ye.

Keça Refsencanî Faize Haşimî anîbû ziman ku, di termê bavê wê de maddeya radyasyonê ya gelek bilind hebû ye.

Brayê Refsencanî Mihemed Haşimî rojek piştî mirina brayê xwe gotibû ku, Haşimî Refsencanî jiber rawestandina dilê wî wefat kiriye.

 

 

 

C.B