Partiyên tifaqa Kurdistanî di hilbijartinan de dê xwedî helwesteke azad bin

Tifaqa Kurdistanî ya ku ji PAK, PSK, PDK, PDK-Tirkiye û Hereketa Azadî pêk hatibû; daxuyand ku; wan partiyên di nav vê tifaqê de ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê di helwesta xwe de azad hiştine. Li gorî daxuyaniya 5 partî û rêxistinên Kurd, dê tifaqa wan ji bo hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an jî berdewam be û armanca wan li ser esasen demokrasiyê, avakirina bingeheke esasî ya neteweyî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Tifaqa Kurdistanî ya ku ji PAK, PSK, PDK, PDK-Tirkiye û Hereketa Azadî pêk hatibû; daxuyand ku; wan partiyên di nav vê tifaqê de ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê di helwesta xwe de azad hiştine. Li gorî daxuyaniya 5 partî û rêxistinên Kurd, dê tifaqa wan ji bo hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an jî berdewam be û armanca wan li ser esasen demokrasiyê, avakirina bingeheke esasî ya neteweyî ye.

Tifaqa Kurdistanî ya ku ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-Tirkiye) û Hereketa Azadî pêk dihat; ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê biryareke hevpar ragihandin. Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk da zanîn ku li gorî biryara wan a hevpar; her partiyên nav tifaqa Kurdistanî, di helwesta xwe ya dengdayîna hilbijartinên 24'ê Hezîranê de azad in.

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re jî wiha axivî: "Me di daxuyaniya xwe de 2 tişt anîn zimên. Yek; me got em ê tifaqa xwe berdewam bikin, ev tifaq ji bo hilbijartinên herêmî jî hewce ye û ji bo ku bi giştî wekî tifaqeke demokratîk jî bingeheke xurt e, em ê dewam bikin. Ya duyemîn jî di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de me partiyên di nav vê tifaqê de ne, serbest hiştin."

Nûnerên Tifaqa Kurdistanî diyar dikin ku dê bi berdewamiya tifaqê hem bingeha yekgirtina neteweyî bê parastin hem jî dê ji bo armanca hilbijartinên herêmî xebatên pêwîst werin kirin. Cîgirê Serokê giştî yê PSK'ê Hasan Dagtekîn jî da zanîn ku ew wekî Tifaqa Kurdistanî, ji hilbijartinên herêmî yên 2019'an gelek bi hêvî ne.

Hasan Dagtekîn dibêje: "Esasê vê daxuyaniyê ev e; yek jê dê tifaq berdewam be; ango ne şert e ku di nav xwe de li ser mijarekê îllahî wekî hev bifikirin û berteka xwe wisa nîşan bidin. Ev tifaq avaniyeke demokratîk e, heta bikaribin dê fikir û ramanên xwe bikin yek û dê bi şirîkatî helwesta xwe ji bo raya giştî parve bikin. "

Nûnerên Tifaqa Kurdistanî bi biryara hevpar da zanîn ku dê tifaqa xwe di demên pêş de jî berdewam bikin. Her partî û rêxistinên nav tifaqê ku ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên parlementoyê azad hatine hiştin; dê di rojên pêş de biryara xwe ya ji bo hilbijartinan ragihînin. Li gorî amajeyên hin şîrovekarên siyasî jî; dibe ku Partiyên Kurdistanî di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Namzedê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş bikin.