Sê şervanan di teqînekê de li Reqa canê xwe jidest dan

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ku bi sedema teqîna bombeyekê ji şûnmayên DAIŞê li bajarê Reqa, sê şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ku bi sedema teqîna bombeyekê ji şûnmayên DAIŞê li bajarê Reqa, sê şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

Medya nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel YPG belav kir, ku dema derbasbûna kerwanekî şervanên HSD li taxa Kareba ya bajarê Reqa, bombeyek ji şûnmayên DAIŞê bi wê hêzê ve teqiya û di encamê de sê şervanan canê xwe jidest dan û yekî din jî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve, Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di encama wê teqîanê de 5 şervanên HSDê canê xwe jidest dane û niha şervanên HSDê li nav bajarê Reqa di amadebaşiyê de ne.

Herwiha Çavdêrgehê diyar kir, ku teqîn ji encama êrîşekê li dijî hêzên HSD bûye, neku ji encama teqîna bombeyekê ji şûnmayên DAIŞê bû.

N.O