Encûmena Pîran a Amerîka Tirkiyê ji firokeyên F-35 bêpar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Pîran a Amerîka projeyasaya budceya bergîriyê a sala 2019an pesend kir, di wê projeyasayê de jî firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê qedexe kir.
Di projeyasaya ku li Encûmena Pîran de hatiye pesendkirin de hatiye, Wezîrê Bergîriyê planekê pêşkêşî komîteyên Kongressê û komîteyên pêwendîdar dike, tê de firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê qedexe dike.
Projeyasaya Encûmena Pîran, qedexekirina firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê, bi hewla kirina Tirkiyê ya sîstema berevaniyê S-400 ve girê da.
Tirkiye û Rûsyayê di meha Berçileya 2017an de li ser kirîna Tirkiyê sîstema berevaniyê S-400 lihev kiribûn. Herwiha li ser hevkariya teknolojî ya pêşxistina berhemanîna S-400 li Tirkiyê jî lihev kiribûn.
Vê yekê jî karvedaneke nerazîbûnê ji aliyê Amerîka û NATOyê ve li dijî xwe anî. Washingtonê got, kirîna Tirkiyê ji S-400 re, dê bi awayekî nerênî bandorê li kirina firokeyên F-35 bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu jî got: Em naxwazin pêwendiyên xwe bi Amerîka têk bibin, lê heger Amerîka Firokeyên F-35 neda me, emê ji Rûsyayê yan ji her welatekî NATOyê bikirin.
S. B