Karayilan daxwazekê ji partiyên Kurdistanî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Murat Karayilan bang li partiyên Kurdistanî ên Bakurê Kurdistanê dike ku piştgiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bikin.
Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Murat Karayilan ji ajanseke nêzikê PKKê re got, wan dixwest HDP û Partiyên wekî PAK, PSK, TKD-P, PDK û Hareketa Azadî hevpeymanî bikirana, lê hevpeymaniya wan biser neket.
Herwiha got, her çend e partiyên Kurdistanî di hilbijartina Serokomartiyê de piştgiriya xwe ji bo Selahatîn Demîrtaş ragihandibin jî, HDP jî girîng e û divê piştgiriya HDPê jî bikin.
Karayilan ne rasterast rexne li namzetên serbixwe yên parlementeriyê yên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR û HÛDA-PARê jî girt û got, ew di hilbijartinan de biser nakevin û ji ber vê yekê namzetbûna wan xizmet AK-Partiyê dike.
4 Partiyên Bakurê Kurdistanê (PAK, PSK, PDK û Hareketa Azadî) berî çend rojan di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo namzetê HDPê yê Serokomartiya Tirkiyê Selahatîn Demîrtaş ragihandibûn.
S. B