Rûsya û Tirkiyê li ser Til Rifetê lihev kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya û Tirkiyê li ser bajarokê Til Rifatê yê li bakurê Helebê ku di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye lihev kirin.
Ajansa “Tesnim” a Îranî belav kiriye, Rûsya û Tirkiyê li ser nexşerêyekê derbarê bajarokê Til Rifatê de lihev kirin. Li gor wê nexşerêyê jî Rûsya û Tirkiyê dê YPG û hêzên rêjîma Sûriyê ji Til Rifetê derbixin.
Hat ragihandin jî, Rûsya û Tirkiyê jî dê hêzeke polîsa navxweyî damezrînin û rahênanê pê bikin, ji bo ewlehiya wî bajarokî biparêzin.
Herwiha hat zanîn, Til Rifet dê ser bi navçeyên Mertala Ferêt ve bikeve û Waliyê Kilîsê ji bo birêvebirina îdarî ya bajêr hatiye destnîşankirin û dê bi hevahengiya ligel Rûsyayê wî bajarokî bi rê ve bibe.
Li gor wê nexşerêyê jî, koçberên Til Rifetê ji hefteya bê ve dikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Bajarokê Til Rifetê 25 K.M li başûrê Efrînê dikeve, Yekîneyên Parastina Gel di meha Sibata 2016an de ew bajarok ji destê opozîsyona Sûriyê kontrol kiribû.
S. B