Demîrtaş: Divê Esed danûstendinan bi hemû pêkhateyan re bike

Demîrtaş: Berî cenga li Sûryê, rêjîma Esed zordarî li Kurdan dikir, lê niha rewş hatiye guhertin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ji Ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, ku berî cenga li Sûryê, rêjîma Esed zordarî li Kurdan dikir, lê niha rewş hatiye guhertin û heger Esed dixwaze Sûryake nû û democrat ava bike, divê danûstendinan bi hemû aliyan re bike ku baweriya wan bi demokratiyê tê.

Demîrtaş diyar kir, ku pêwîst e nexşerêyek bê danîn û hilbijartinên azadane bên encamdan û desthilat li gel rêveberiyên xwecihî bên dabeşkirin.

Navhatî rexne li destwerdana Tirkiyê di cenga Sûryê de kir û got: Destwerdana Hikûmeta AKPê di cenga Sûryê de, xizmeta çareserî û aştiyê nake, AKPê bi wê destwerdanê dixwaze rê li ber Kurdan bigire û nehêle ku destkeftan bidest bînin, ev yek jî dihêle ku tevlihevî li Sûryê kûr û berdewam bibe.

Herwiha got: Serokê Tirkiyê Receb teyib Erdogan û partiya wî, bi riya wan destwerdanan dixwazin ku, di hilbijartinên Tirkiyê de, dengên netewperestên Tirk bidest xînin, ev jî piroseya aştiyê li Sûryê asteng dike.

Derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê li Qendîlê Demîrtaş zelal kir, ku armanca wê operasyonê, piropagandeya hilbijartinan e, lê niha Hikûmet jî nema giringiyê dide wê operasyonê, ji ber ku bêbandor bû.

N.O