Serkirdeyekî PDK-Sê ji aliyê asayişa Qamişlo ve hat binçavkirin

Li bajarê Qamişlo serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin.

Jêderekî ji PDK-Sê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî asayişa Qamilo bi ser mala endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-S û berpirsê Encûmena Xwecihiya Qamişlo ya ENKSê Mihemed Deham Eyo de girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Wî jêderî got, nehat zanîn ji ber çi sedemê Mihemed Deham Eyo hate binçavkirin, lê di çarçoveya zincîreya girtin û revandina çalakvan û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de tê û PYD di ber saxî û jiyana wî de berpirsyar e.

Binçavkirina vî serkirdeyê PDK-Sê piştî wê tê, hîna  endamê Komîteya Herêmî ya PDK-Sê Mehmûd Mistefa Weyso, berpirsê Pêwendiyên Derve yên Şepêla Pêşerojê Ebdilhemîd Temo û endamên PDK-Sê Idrîs Elo, Ehmed Sîdo û Ehmed Sîno li cem asayişê girtî ne û heya niha çarenivîsa wan jî nediyar e.

 

S. B